Çeteyan 15 penaber girtin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 15 penaberên ji Sûriyeyê yên ku bi dare zorê ji Tirkiyeyê hatine derxistin, dema hewl dida ji herêmên dagirkirî birevin û xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser, girtin.

Çeteyan 15 penaber girtin
5 tebax, 2023   12:28
 EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih ên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine wergirtin, çeteyên “Polîsên Leşkerî” 15 penaberên sûriyeyî li gundê Eywa yê Girê Spî li nêzî rêya M4`ê destgîr kirine.

Penaberên sûriyeyî yên hatine destgîrkirin, ji Tirkiyeyê bi zorê ber bi herêmên dagirkirî ve hatibûn şandin û ji bo girtîgeha Girê Spî hatibûn veguhastin. Penaberan dema hewl dida ji wan herêman xwe bigihînin herêmên Xweseriyê, hatin destgîrkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de veguhastina penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi darê zorê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî, zêdetir kiriye. Tenê di 3 mehên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker nêzî 2 hezar penaberên sûriyeyî li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

Di Tîrmehê de jî 3 penaberên sûriyeyî dema hewl dida xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser bi guleyên çeteyên Ehrar El Şerqiyê birîndar bûbûn.

(c)