‘Şandina sûriyeyiyan ji Tirkiyeyê sûc e’

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê Tamir El Şemerî diyar kir ku şandina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê bi darê zorê, sûcekî li dijî gelê Sûriyeyê ye.

‘Şandina sûriyeyiyan ji Tirkiyeyê sûc e’
5 tebax, 2023   00:19
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ti taybet li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn ve dişîne.

Serokê Meclisa Partiya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê Tamir El Şemerî ji ajansa me re li ser mijarê wiha got: "Deweta Tirk a dagirker ji destpêka krîza Sûriyeyê ve bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe sûriyeyiyan bi kar tîne."

El Şemerî wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêweyî desteka terorê kir û di wêrankirina Sûriyeyê bi giştî û dizîna xêr û bêrên wê de jî bû alîkar. Di vê demê de jî belgeya penaberên sûriyeyî bi kar tîne û zextê li Ewropa û NY′yê dike ku berjewendiyên xwe pêk bîne."

El Şemerî wiha pê de çû: "Beriya hilbijartinên Tirkiyeyê muxalefetê gef xwarin ku ew ê tevahî penaberên sûriyeyî biqewitînin, bi wê yekê tevan Erdogan hilbijart. Îro jî piştî Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket, wan bi darê zorê derdixe."

El Şemerî diyar kir ku ev penaberên ku bi salane li Tirkiyeyê dixebite û dijî dê bi ku ve biçe? Gelo cihekî heye? bersiv na, ji ber ku Erdogan bi rêya penaberên sûriyeyî hewl dide demografiya herêmê biguhere.

El Şemerî li ser projeya guhartina demografiyê yak u dewleta Tirk a dagirker pêk tîne hişyarî da û got piranî penaberên sûriyeyî yên bi darê zorê tên şandin, dixwazin li bakur bi cih bin da ku demografiya herêmê biguherin.

Tamir El Şemerî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em sûriyeyî bi her sûriyeyekî li ku derê dibe hestiyar in û bang li NY′yê, rêxistinên mafên mirovan û her kesê xwedî wijdan dikin ku bi doz penaberên sûriyeyî re bin û vê sûca li dijî wan bi dawî bikin."

(fr)

ANHA