Hêzên hikumeta Şamê 7 sivîl birîndar kirin

Hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Efrînê erebeyeke sivîlan kir hedef. Di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê 7 sivîl birîndar kirin
4 tebax, 2023   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihanên me, hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Şêx Eqîl ê li gundê Fafirtîn erebeyek kir hedef.

Çavkaniyan diyar kir ku erebeya hatî hedefkirin şêniyên gundên Kebaşîn û Burc Silêmanê vediguhest ku ji sûka bajarê Efrînê vedigeriyan.

Çavkaniyan dane zanîn ku di êrişê de 7  sivîl birîndar bûn û rewşa hinek birîndaran giran e.

Li gorî çavkaniyan navên birîndaran ev in: Mihemed Ehmed Hindî, Ehmed Ehmed Hindî, Celal Heyder, Nîhad Îso, Mistefa Cemal, Mihemed Silêman ji gundê Kebaşînê ne, her wiha Mihemed Seîd ji gundê Burc Heyder e û Îmadedîn ji gundê Burc Silêman e.

(bb)

ANHA