‘Gefên li dijî Rêber Ocalan hewldana sînordarkirina ramanên wî ne’

Siyasetmedar û hiqûqnasên herêma Firatê diyar kir ku ji dema revandina Rêber Abdullah Ocalan ve, dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide fikir û berxwedana wî sînordar bike.

‘Gefên li dijî Rêber Ocalan hewldana sînordarkirina ramanên wî ne’
4 tebax, 2023   23:52
KOBANÊ

Dewleta Tirk di girankirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji 25′ê Adara 2021′ê ve dewam dike û ruxmî daxwaznameyên hevdîtinê yên malbat û parêzerên jî tu agahî jê nayên wergirtin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK′ê Sebrî Ok di 8′ê Tîrmehê de diyar kiribû nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Xoce têkildarî mijarê wiha got: "Di 2 salên dawîn de tecrîd di hundirê tecrîdê de bû û gefên dawîn nîşaneya aşkera ya dewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in.”

Xoce wiha domand: "Dema Rêbertî bi fikra xwe li hember kesên hewl didin wî kontrol bikin û ev yek xetereyeke mezin li ser berjewendiyên wan çêdike. Ji lew re dijmin li ser hesabê gelê herêmê dibin dost û li dijî rizgariyê gelan û Rêber Abdullah Ocalan komployan çêdikin û li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng in."

Xoce anî ziman ku siyaseta tecrîdê ya bi ser nakeve û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand navendeke perwerdeyê û dîroka gelan nivîsand û ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat kir ku sînorên fikrên wî bê dawî ne, heta girtîgeh nikarin li hember wî bisekinin. Ji lew re tecrîdê dirêj dikin û gefên jehrîkirina wî dixwin. Lê ev gef bandorê li Rêbertî nakin û li pey wî bi milyonan mirov hene.”

Berdevkê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbic û Gundewarên Wê Asya El Hisên jî gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan wek hewldana dewleta Tirk a şikandina vîna kesên bi fikrên wî bawer, wesif kir.

Hiqûqnas Asya El Hisên bal kişand ser paşguhkirina mafên girtiyan û wiha dawî li gotina xwe anî: "Tiştê dihêle dewleta Tirk van binpêkirinan bidomîne, bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên têkildar e û di serî de jî yên girêdayî NY′yê ne."

(fr)

ANHA