Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî helwesteke zelal  dijî êrişên Tirkiyeyê bide

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da û got: "Divê Koalîsyona Navneteweyî û garantorên agirbestê li hemberî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin."

Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî helwesteke zelal  dijî êrişên Tirkiyeyê bide
4 tebax, 2023   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa dawîn ya dewleta Tirk a dagirker a li ser kantona Qamişloyê ku di encamê de fermandarek û 3 şervanên QSD'ê şehîd bûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker li pêşiya çavê cîhanê êrişeke din pêk anî. Dewleta Tirk rêya diçe Qamişloyê kir hedef, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Ev êriş hewldaneke diyar e da ku di radeya yekemîn de bala li ser şerê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê berbelav bike, her wiha hewldanek ji bo têkbirina îstiqrara herêmên me ye.

Beriya niha me ragihandibû ku lazim e helweteke zelal a  hêzên Koalîsyona Navneteweyî û hêzên garantorên agirbestê hebe. Berdewama êrişên li ser gelê me û têkoşerên şerê li dijî teror û tundrawiyê nîşaneyeke xeternak e. Em diyar dikin ku ewlehiya gelê me û herêmên me ji erkên me yên pêşîn e û ji bo mîsogerkirina vê erkê em ê bi hemû îmkanên xwe bixebitin.

Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Em ê şopdarên xeta şehîdên xwe bin. Em ê destketiyên gelên xwe biparêzin û hêviyên gelê xwe  ya avakirina siberojeke demokratîk mîsoger bikin."

(bb)

ANHA