Zêdetirî 12 hezar malbatên sûriyeyî li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal de zêdetirî 12 hezar malbatên sûriyeyî bi darê zorê ji Tirkiyeyê anîne û li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bi cih kirine.

Zêdetirî 12 hezar malbatên sûriyeyî li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin
3 tebax, 2023   00:45
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Desthilata Tirkiyeyê bi darê zorê penaberên Sûriyeyê ji Tirkiyeyê tîne û li herêmên di bin dagirkeriya wê û çeteyên wê de (Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablusê, Efrîn û Idlibê) bi cih dike.

Ruxmî ku rayedarên Tirkiyeyê behsa vegera “dildarî” ya penaberan dikin û tevî ku nasnameya demkî ya Tirkiyeyê (kîmlik) jî bi penaberên sûriyeyî re heye, dewleta Tirk wan penaberan bi darê zorê li herêmên dgirkirî bi cih dike. Ew bi wê yekê dosyaya penaberên sûriyeyî îstismar dike û demografiyaya herêmê diguherîne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal de zêdetirî 2 hezar malbat di deriyê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re bi darê zorê şandin kantona Efrînê ya dagirkirî û li wir bi cih kirine. Her wiha zêdetirî 10 hezar malbat di deriyên Bab El Hewa yê li bakurê Idlibê û Bab El Selamê yê li Ezazê, deriyê Girê Spî û Serêkaniyê re jî anîne û li tevahî herêmên dagirkirî bi cih kirin. Anîna penaberan bi darê zorê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî dewam dike.

Heman çavkaniyan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojane nêzî 100 penaberan di 4 deriyên sînorî yên li herêmên Sûriyeyê re bi darê zorê dişîne herêmê.

Tê destnîşankirin ku piraniya penaberên bi darê zorê ber bi herêmên dagirkirî ve tên şandin, ji gundewarên Hema, Hums, Şam û herêmên başûrê Helebê ne.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi deh hezaran penaberên sûriyeyî li navendên ragirtinê yên li bajarê Maraşê sekinandine ji bo ku di deriyên Cerablus û Bab El Selamê re bişîne gundewarê bakurê Helebê.

Li aliyekî din, dewleta dagirker derbaskirin û bicihkirina malbatên çeteyên xwe jî li herêmên dagirkirî didomîne. Herî dawî dewleta Tirk duşemê (31`ê Tîrmehê) 15 malbatên çeteyên xwe yên sûriyeyî ji xaka Tirkiyeyê veguhestin herêma Serêkaniyê ya dagirkirî bi cih kirin.

(fr/c)

ANHA