​​​​​​​MÎT′ê û çeteyan 4 efrînî revandin

MÎT′ê û çeteyan li kantona Efrînê ya dagirkirî 4 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

​​​​​​​MÎT′ê û çeteyan 4 efrînî revandin
2 tebax, 2023   08:07
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) li gundê Badîna yê Raco kesên bi navên Hemîd Hemîd Kênco û Seîd Ebdo Osman revandin û birin cihekî nediyar.

Li bajarê Efrînê jî, çeteyên "Polîsên Leşkerî" di 31′ê Tîrmehê de Kemal Mihyedîn (22) ê ji gundê Çolaqa yê Cindirêsê û Omer Elî (25) ê ji gundê Maratê yê Efrînê revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" ji bo serbestberdanê 700 dolar ji malbatên wan xwestiye.

(fr)

ANHA