Têkiliyên Rûsya-Îranê yên der barê Sûriyeyê de rojeva rojnameyên erebî ye

Nakokiyên Rûsya, Îran û Şamê û nakokiyên Îranê yên li Sûriyeyê, rageşiya li Kendavê û rewşa Iraqê rojeva rojnameyên erebî yên vê sibehê bû.

Têkiliyên Rûsya-Îranê yên der barê Sûriyeyê de rojeva rojnameyên erebî ye
2 tebax, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset di hejmara xwe ya îro de cih da peywendî û tevgerên dîplomatîk ên Moskov, Şam û Tehranê yên piştî zêdebûna astên hevrikiya Rûsya û Amerîkayê li asîmanê Sûriyeyê.

Li gorî nûçeya rojnamey, çavkaniyekî ji Rûsyayê diyar kir ku tevgerên Rûsyayê yên li ser asta çaralî, lez bûne û texmîn hene ku di çend rojan de têkildarî dem û cihê li darxistina gera nû ya dan û standinan li ser asta wezaretê, bigihêje lihevkirinê. Li gorî nûçeyê, çavkanî destnîşan kir ku dê dosyayên bingehîn ên vê gerê; rêveçûna normalîzekirina Şam û Enqereyê û şantajên Amerîkayê yên domdar bin.

RAGEŞIYA LI KENDAVÊ

Rojnameya Ukaz jî cih da rageşiya Amerîka-Îranê ya li herêma Kendavê jî. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin: “Biryara Washingtonê ya şandina leşkeran, balafirên Banat, balafirên F-35 û balafirên din ên şer ji Kendavê re nîşan dide ku têkiliya Washingtonê bi Îranê re xirab dibe. Ev geşedan di demekê de pêk tê ku Îran di çêkirina uranyumê de gihaştiye qonaxekê ku dikare pê bombeya nukleerî çêke.”

‘LI IRAQÊ DERBEYEKE GIRAN LI TEVGERA SIVÎL’

Rojnameya El Ereb jî der barê rewşa Iraqê de nûçeyek weşand. Nûçeya rojnameyê cih da veqetîna Tevgera ‘Nifşê Nû’ ji tevgera ‘Imtîdad’ û hat gotin: “Ev gav dikare derbeyeke giran îhtimale ku tevgera sivîl a li Iraqê di hilbijartinên xwecihî yên pêş de destkeftiyan bi dest bixe, bide. Iraqî xwe ji bo hilbijartinên meclisên parêzgehan ên Kanûna bê amade dikin, ku ji beriya 10 salan de dê ya yekemîn be.”

(fr/c)