′Gefên li dijî Rêber Ocalan berxwedana gelan têk nabin′

Şêniyên bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku gef û zextên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di gitîgeha Îmraliyê de û nameyên gefxwarinê yên radestî wî hatine kirin vîn û berxwedana gelên bi fikir û felsefeya wî bawer in, têk nabin.

′Gefên li dijî Rêber Ocalan berxwedana gelan têk nabin′
1 tebax, 2023   23:35
MINBIC

Desthilatên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yên di girtîgeha Îmraliyê de rêbazên cuda yên derqanûnî pêk tîne, gefan li jiyan wî dixwin û şerekî derûnî pêk tînin. Vê yekê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrs kir.

′BI HEVGIRTINÊ EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ PÊK BÎNIN′

Welatiya bi navê Hena Tilcebînî li ser mijarê wiha got: "Armanca gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan vîna gelên azad bişikîne ku hêz û berxwedana xwe ji fikra Rêbertî ya li tevahî cîhanê belav bûye digirin."

Hena wiha domand: "Ev gef vîn û berxwedana me naşikînin. Em dev ji fikra Rêbertî  û biratiya gelan bernadin û em ê di têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin. Em ê bi hevgirtinê azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û projeyên li dijî gelan têk bibin."

′ARMANCA VAN GEFAN DERBEKIRINA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E′

Welatiyê bi navê Salih Cefal jî wiha got: "Ruxmî komploya li dijî Rêbertî ji zêdetirî 24 salan ve ye, tecrîda giran e û nameyên gefxwarinê ji wî re hatine şandin, lê fikra wî li ser asta cîhanê belav bû."

Cefal wiha domand: "Em şêniyên Minbicê bang li tevahî rêxistinên îdiaya mirovahiyê dikin ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin."

Cefal wiha pê de çû: "Em ê heta tecrîd bi dawî be hevgirtî bin û dê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li ser şopa têkoşînê bin."

′EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN′

Li aliyekî din j Mihemed El Xemîs wiha got: "Hin hewldanên derxistina fitneyan di nava gel û eşîran de hebûn, lê bi saya fikra neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, em şiyar in; ji ber di nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de aştî û hezkirin çand."

El Xemîs wiha domand: "Bi rêya derxistina fitneyan, ji bo herêmên din werin dagkirin, xêr û bêrên wê werin talankirin, dixwazin gelê herêm ji fikra Rêber Abdullah Ocalan bi dûr bixin."

El Xemîs wiha dawî li gotina xwe anî: "Çer ku em dijîn, ew nikarin armancên xwe pêk bînin û ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî em ê tê bikoşin."

(fr)

ANHA