PYD: Divê gelê me yê Êzidî li Şengalê vegere

PYD`ê, şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li civata êzidî kir ku li warên xwe vegere, ji nû ve herêmên xwe ava bikin û pêş bixin.

PYD: Divê gelê me yê Êzidî li Şengalê vegere
1 tebax, 2023   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvegera 9`an a Komkujiya Şengalê de ku çeteyên DAIŞ`ê 3`yê Tebaxa 2014`an pêk aniye, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijminê gelê Kurd fêm kirin ku Şengal dîrok û rastiya çandî, bawerî û berxwedana gelê Kurd e ji ber wê êrişê wê kirin û hate gotin: “Divê em bizanin ku ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê sala 2014`an planek ji bo qirkirina kurdan amade kir û di wê çarçoveyê de, êriş Şengalê kirin û ber bi herêmên Kurdistanê ve fireh bûn heta gihaştin Kobanê lê bi bin ketin.

Di salvegera fermana êzidî de em dibêjin ku komployên li dijî gelê me yê Êzidî berdewam in. Ji bo wê divê em li xwe vegerin, dijmin nas bike û li rêbazên berxwedanê û xurtkirina destkeftiyên şehîdan bigerin.

Em bejna xwe li ber şehîdên Şengalê û şehîdên azadiya gelê Kurd ditewînin. Soz didin wan ku dev ji pêkaîna azadiya gelê Kurd, rûmet û mafên wî bernadin.

Em bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku li warên xwe vegerin, herêmên êzidî û cihên xwe yên pîroz ji nû ve ava bikin û pêş bixin. Em bang li hêzên demokratîk û rêxistinên mirovî dikin ku piştgiriya gelê me yê Êzidî bikin û êşa hatiye serê wan bi jenosîd binirxînin. Li hember gefên li dijî êzidiyan bisekinin.”

(şx)