Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi êlên Minbicê re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlum Ebdî bi şandeyeke rûspiyên bajarê Minbicê re civiya û zehmetiyên li herêmê bi wan re nîqaş kirin.

Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi êlên Minbicê re civiya
1 tebax, 2023   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlum Ebdî di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û civakî yên herêmê û Sûriyeyê, geşedanên leşkerî, êrişên li dijî herêmê şîrove kirin. Her wiha ji şandeyê re rêbazên sekna li hember wan zehmetiyan bi taybet di aliyên ewlehî, leşkerî û aborî de diyar kirin.

Beşdaran nêrînên xwe der barê xebatên xizmetguzarî û zehmetiyan de parve kirin. Ebdî destnîşan kir ku dê ev pirsgirêk bi aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser re nîqaş bikin.

Ebdî helwestên nîştimanî yên rûspiyan û gelê Minbicê û xwedîderketina wan li QSD'ê û Rêveberiya Xweser silav kir.

(şx)

ANHA