`Em nahêlin tu kes yekitiya gelan û vîna wan têk bibe`

Meclisên malbatên şehîdan ên Minbic, Tebqa û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li diî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew nahêlin tu kes yekitiya gelan û vîna wan têk bibe.

`Em nahêlin tu kes yekitiya gelan û vîna wan têk bibe`
1 tebax, 2023   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medya û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Her wiha tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir kir ku ji 25`ê Adara 2021`an ve agahî jê nayê girtin.

Xelkê herêmê bildarxistina çalakiyên cuda û dayîna daxuyaniyan ev siyasetên wê şermezar kirin. Meclisên malbatên şehîdan ên Minbic, Tebqa û Şehbayê bi daxuyaniyên cuda sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

MINBIC

Li Minbicê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîi Izedîn daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê xwend.

Gelek endamên meclisê û malbatên şehîdan tev li dayîna daxuyaniyê bûn ku tê de hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana destanî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) çekên qedexekirî bi kar tîne.  Her wiha careke din fermandar, rêveberiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin hedef. Ev jî îsbat dike ku komployek li dijî Rêber, hêz û vîna me heye û heta niha berdewam e. Em van êrişan şermezar dikin û dibêjin ew derexlaqî ne.”

TEBQA

Li Tebqaê jî bi dehan nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên jinan tev li xwendina daxuyaniyê bû ku hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Ebdulhekîm El Hisên xwendiye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komploya li dijî gelên herêmê di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de berdewam e.

Her wiha hat diyarkirin ku armanca komplogeran têkbirina projeya neteweya demokratîk û vejandina DAIŞ`ê ye.

ŞEHBA

Li Şehbayê jî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Dîjle Meimo daxuyanî xwend. Bi dehan malbatên şehîdan tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em nahêlin tu kes yekitiya gelan û vîna wan têk bibe. Em dê piştgiriya hêzên xwe bikin, dê destkeftiyên xwe biparêzin û heta dawiyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber xwe tê bikoşin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XQLyJ4gwE4E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0PCkZClRep8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>