Bîlançoya kuştiyên êrişa DAIŞ`ê li Hemayê bû 7 kes

Di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li djiî karwanekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê de 7 kes hatin kuştin.

Bîlançoya kuştiyên êrişa DAIŞ`ê li Hemayê bû 7 kes
1 tebax, 2023   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bîlançoeya kuştiyên êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî karwanê tenkerên petrolê ya li çolistana Hemayê bû 7 kes, ku 5 ji wan leşkerên hikumeta Şamê ne, 2 jî ajokarên tenkeran in.

Çeteyên DAIŞ`ê duh piştî saetên derengiya şevê li ser rêya Reqa-Selemiyê ya li gundewarê rojhilatê Hemayê êrişî karwanekî leşkerî yê girêdayî hêzên hikumeta Şamê kiribû.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal de li çolistana Sûriyeyê 369 kes hatine kuştin.

(c)