Rewşa zarokê di topbaranê de birîndar bûye baş e

Rêvebeiya Nexweşxaneya Avrîn a Kantona Şehbayê rewşa zarokê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li dijî gundên navçeya Şêrawayê birîndar bûbû baş e.

Rewşa zarokê di topbaranê de birîndar bûye baş e
31 tîrmeh, 2023   14:27
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibê Gundê Mezin, Kalotê, Meyse, Birc Qasê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kiribû û di encamê de zarokê bi navê Mihemed Remadan Ilêwî (10), welatiya bi navê Nezîre Welo (40) ên ji gundê Kalotê birîndar bûn.

Birîndar destpêkê li nexweşxaneya Til Rifetê dihat dermankirin. Lê jo ber ku pêwîstiya zarokê birîndar bi niştergeriyê hebû, ew rakirin nexweşxaneya Avrîn.

Li gor bijîşkan zarok di zikê xwe de birîndar bûye û di encamê encamê de roviyên wî qul bûn. Ji ber wê jê niştergerî hat çêkiri . Niha rewşa wî aram e û di bin çavdêrêya bijîşkan de ye. Her wiha da zanîn ku rewşa Nezîr Welo jî baş e.

Dewleta Tirk a dagirker duh gelek caran navceya Til Rifetê bi moşekan topbaran kir. Her wiha balafireke bêmirov navçe bombebaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû û jêdereke avê ji xizmetê derket.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bendeke hikumeta Şamê ya li balafirgeha Minixê bombebaran kir û di encamê d leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û 6dl din birîndar bûn.

(şx)