Avakirina Meclisa Hevgirtina Al El Beyt a Minbicê

Hevgirtina Al El Beyt meclisek li Minbicê ava kir ku ji 15 endaman pêk tê.

Avakirina Meclisa Hevgirtina Al El Beyt a Minbicê
31 tîrmeh, 2023   14:01
MINBIC

Hevgirtina Al El Beyt bi beşdariya Saziya Olî ya Minbicê civînek li bajêr li dar xist. Endamên Saziya Olî ya Minbicê, nûnerên Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Kongra Îslama Demokratîk, xelkê qebîle û êlên ku koka wan Al El Beyt e, tev li civînê bûn.

Di civînê de, serokê Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sînan Seydoş axivî û got: "Şerên li herêmê û dewletên islamî bûne, bi rêya ola henefî bûn. Ol ji wan kiryaran dûr e ku komên çeteyên terorîst û dewleta Tirk a dagirker pêk tînin."

Seydoş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze planên xwe yên mêtingeriyê yên osmanî di bin ala islamê de pêk bîne û nirxên ola henîf têk bibe.

Her wiha Seydoş bang li oldaran kir ku ola henîf ji berovajîkirinê biparêzin.

Seydoş got bi saya ciwanên herêmê ewlehî pêk hat û dewleta Tirk a dagirker nikar timayên xwe pêk bîne.

Di civînê de endamê Rêveberiya Kongra Islama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan axivî û got: "Hevgirtin a civakê û ji wê hatiye."

Saroxan destnîşan kir ku bi saya fikrê neteweya demokratîk fitne têk çûn û pêkhateyên herêmê karîn li rex hev bisekinin û bi baweriya xwe û rêgeza biratiya gelan li hember planan li ber xwe bidin.

(şx)