Hikumeta Şamê her kesê rewşa jiyanî rexne dike digire

Li herêmên hikumeta Şamê hemleyeke girtinê ya berfireh li dijî welatiyan destpê kiriye ji ber ku rewşa jiyanî û aborî rexne dikin. Her wiha çarenûsa derdora 20 welatiyan ne diyar e.

Hikumeta Şamê her kesê rewşa jiyanî rexne dike digire
31 tîrmeh, 2023   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên hikumeta Şamê rewşeke aborî û jiyanî ya zehmet heye nemaze piştî daketina lîreyê sûriyeyî. Ji ber ku xelkê wan herêman rewşa jiyanî ya paşketî rexne dikin, tên girtin.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Sûriyeyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê gelek welatî girtin.

Her wiha çarenûsa derdora 20 welatiyan ne diyar eku ji aliyê saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ve li Hema, Laziqiye, Tartus û Himsê hatin girtin.

Li gundê Eyn El Kerem ê herêma Sehil El Xab a gundewarê Hemayê saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê zêdetirî 6 kesan girtin û çarenûsa 3 kesan ne diyar e ku di çend rojên dawîn de li Selemiyê yê Hemayê hatin girtin.

Di heman çarçoveyê de, saziyên ewlehiyê welatiyek ji Tartusê veguhast dadgehê ji ber ku li ser medya dijîtal rexneya hikumetê kiriye.

(şx)