15 malbatên çeteyan şandin Serêkaniyê

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demgorafiya herêmên dagirkirî de, 15 malbatên din ên çeteyan derbasî Serêkaniyê kirin.

15 malbatên çeteyan şandin Serêkaniyê
31 tîrmeh, 2023   12:50
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, dewleta Tirk a dagirker 15 malbatên çeteyên biyanî û yên sûriyeyî derbasî Serêkaniyê ya dagirkirî kirine.

Heman çavkaniyan got malbatên çeteyan li baregeha artêşa Tirk a nêzî rêya Kornîş a li beramberî Parka Şehîd Bêrîvan (Parka Basil a berê) hatin komkirin, da ku bên belavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li gel malbatên çeteyan, penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê li herêmên dagirkirî bi cih dike da ku guhertina demografîk pêk bîne.

(bb)

ANHA