ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-7-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-7-2023
30 tîrmeh, 2023   23:00

Pêkhateyan tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Bi saya fikra Rêbertî me cewherê xwe nas kir, ji ber wê em deyndarê wî ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn kiriye navenda hişbir û belavkirina nexweşiyan û eşkere kir ku dagirkeran berê herikîna ava bendava Meydankê ber bi herêmên dagirkirî ve guherandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo parastina xaka xwe ji gef û êrişan, Zîlan Tirbespiyê li gel xwişk û birayê xwe çek hilgirt û cihê xwe di nava yekîneyên parastinê de digire. Zîlan got: "Parastina civaka me û xaka me erka her kesî ye. Êrişên ku îro li ser me tenê kirine ji xetereya çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra ne dûr in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Hesekê ku gelê wê ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker aloziya avê dijî, êdî erebeyên veguhestina zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo veguhastina avê tên bikaranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hewsa wê ku guhdarî gotinên pêşiyan bike û ezber bike, hişt ku rêwîtiyeke dirêj ji bo komkirina wan destpê bike. Têkildarî wê dibêje: “Ew bîr û rêbaza jiyana me ye. Ka em wê vejînin û ji nû ve bi kar bînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Nîjerê sibeha çarşemê derbeyeke nû li dijî desthilatê pêk hat ku endamên pesdara nîştimanî ya qesra serokatiyê, serok Mihemed Bazûm, wezîrê karên hundir Hemado Edamo Solî girtin. Di êvara heman rojê de, dûrxistina wan ji kar hate ragihandin. Li gor pirsporan, derbe, hegemoya Fransa li Afrîkayê kir hedef.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîdên meha Tîrmehê bi bîr tîne li hola Reşo ya bajêr saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dauxyaniyekê destpêkirina hemleya li dijî qirkirina jinan li Şengal û Efganistanê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo radigihînin saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê bi koordîneya Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê û Kongra Star têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û cezayên dîsplînê yên li ser ferz dibin, li pêşiya dadgeha edlê ya Qamişlo, daxuyaniyekê didin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ji bo bîranîna şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmehê li goistana şehîdan merasîm li dar dixe saet di 19:30`an de, (BI WÊNE Û DÎMEN)