Li Hesekê bîranîna şehîdan

Li Hesekê 122 cangoriyên azadiyê yên di meha Tîrmehê de şehîd bûne bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
Li Hesekê bîranîna şehîdan
31 tîrmeh, 2023   10:54
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û ya Serêkaniyê merasîmê bîranîna 122 cangoriyên azadiyê yên meha Tîrmehê li Hola Reşo ya Hesekê li dar xist. Bi sedan şêniyên bajar, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mihemed Cewad axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û bal kişand ser têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya parastina destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Dirbas jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana hêzên wan a li hemberî van êrişan.

Dêrsim Dirbas got: "Em ê heta têkbirina dijmin û planên ji bo qirkirina gelên herêmê têkoşînê geş bikin."

Di dawiya merasîmê de bi rêya sînevîzyonekê wêneyên 122 şehîdan hatin pêşandan.

(bb)

ANHA