‘Me bi fikra Rêbertî cewherê xwe nas kir, em deynedarê wî ne’

Pêkhateyan tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Bi saya fikra Rêbertî me cewherê xwe nas kir, ji ber wê em deyndarê wî ne.”

‘Me bi fikra Rêbertî cewherê xwe nas kir, em deynedarê wî ne’
30 tîrmeh, 2023   23:35
QAMIŞLO - EBAS XELEF

Tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Ev zêdetirî 28 mehan e agahî jê nayên wergirtin. Endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Sabrî Ok jî diyar kiribû ku dewleta Tirk a dagirker nameyên gefan ên bênav û bênavnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan. Li hemberî van gefan bertekên gel zêde dibin.

Têkildarî mijarê pêkhateyên kantona Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

Welatiya bi navê Amine Ewad a ji pêkhateya Ereb da zanîn ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin azad bibin û got: “Bi taybet wek jinên Ereb bi projeya Rêber Ocalan me rastî û cewherê xwe nas kir. Rêber Ocalan ji bo wekhevî û hevgirtina tevahî pêkhateyan têkoşînê dike. Em çi bikin em ê deyndarê Rêberê xwe bin.”

Amine Ewad tecrîd û nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kirin û bang li tevahî pêkhateyan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

'TECRÎD LI SER TEVAHÎ GELÊ KURDISTANÊ YE'

Welatiyê bi navê Mihdî Mûsa yê ji pêkhateya Kurd diyar kir ku ev zêdetirî 24 sal e Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye, li ser rewşa wî metirsî hene û got: “Tecrîd ne tenê li ser Rêber Ocalan tê kirin, di heman demê de tecrîd li ser tevahiya Kurdistanê ye.”

Mûsa bal kişand ser nameyên gefxwarinê jî û wiha pê de çû: “Piştî van nameyan, êdî xetere li ser jiyana Rêbertî heye. Divê her kes dakeve qadan û daxwaza azadiya fîzîkî a Rêbertî bike.”

‘NAMEYÊN TEHDÎDÊ ÎRADEYA RÊBERTÎ TÊK NABIN’

Ji pêkhateya Suryan Corc Yûsif anî ziman ku wan wek Suryan ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeheke jiyanê û wiha got: “Girtina Rêber Ocalan tê wateya girtina tevahî gelan, ji ber ku pêkhate bi fikr û felsefeya wî bawer in.”

Ji bo naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan Corc Yûsif ev bang kir: “Em bang li tevahî gelan dikin ku bi çalakiyan tecrîda li ser Rêbertî şermezar bikin. Nameyên gefan dê tu carî îradeya Rêberê me têk nebin.”

ANHA