​​​​​​​Li Helebê çeteyek hat kuştin

Li gundewarên rojavayê Helebê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de çeteyekî koma Cebha El Weteniya Liltehrîr hat kuştin.

​​​​​​​Li Helebê çeteyek hat kuştin
29 tîrmeh, 2023   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê şevê din nuqteya çeteyên koma Cebha El Weteniya Liltehrîr (Eniya Nîştimanî ya Rizgarkirinê) ya li gundê Kefer Eme yê Helebê topbaran kir. Di encamê de çeteyekî koma navborî hat kuştin.

SOHR’ê ragihand ku çeteyan jî bi moşekan baregehên hikumeta Şamê yên li Burc El Tenmiyê yê Laziqiyê kir hedef. Têkildarî windahiyan agahî nehatin parvekirin.  

Her wiha hêzên hikumeta Şamê gund û bajarokên Maret El Nesan, Fitêra, Sifûhin, Bara û Kefer Uweyd ên Idlibê û derdora Cebel Turkman ê gundewarê Laziqiyê topbaran kirin.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve 292 çekdar û sivîl di 184 êrişên bejahî de li "herêma bêçek" hatine kuştin, her wiha zêdetirî 139 çekdar, 60 sivîl birîndar bûne.

(bb)