19 şehîdên Amûdê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên navçeya Amûdê 19 şehîdên di meha Tîrmehê de li cih û salên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn û soz da ku ew ê li ser metoda berxwedan û bilindkirina têkoşînê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bimeşin.

19 şehîdên Amûdê hatin bibîranîn
29 tîrmeh, 2023   11:35
QAMIŞLO

Merasîma bîranînê li hola avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Amûdê hate lidarxistin. Di merasîmê de malbatên şehîdan, şêniyên navçe û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên PYD′ê, Kongra Star û nûnerên saziyên leşkerî beşdar bûn.

Li ser dîwarên holê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên 19 şehîdan hatin daliqandin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Elî sersaxî da malbatên şehîdan û fedakariyên wan ên parastina welat pîroz kir û wiha got: "Wan di oxira parastina welat û gel her wiha parastina ewlehî û îstîqrarê de canê xwe da."

Elî behsa êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bêdengiya cîhanê rexne kir û wiha domand: "Rejîma Tirk a faşîst di qirkirina gelan de li pêş çavên cîhanê bi israr e."

Elî diyar kir ku divê têkoşîn û berxwedan li hember êrişên qirkirinê werin mezinkirin û wiha pê de çû: "Em hîna bi mîrasa berxwedanê ku şehîdên tevgra rizgariyê ya Kurdistanê li girtîgeha Amedê raber kirine ve girêdayî ne. Wê berxwedanê hebûna faşîst û mêtingeriyê tev hejand."

Elî soza da ku ew ê heta serkeftinê berxwedanê mezin bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Destanên hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê dinivîsînin îsrar û vîna me zêde dikin."

Di dawiyê de sînevîzyonek têkildarî 19 wêneyên şehîdan hate pêşandan û diruşmên "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.

(fr)

ANHA