​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn

Şêniyên Til Rifetê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker binesaziya navçeyê dike hedef. Hevseroka Komîteya Avê jî ragihand ku ji ber topbaranê jêdera ava vexwarinê ji xizmetê derketiye.

​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn
​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn
​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn
​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn
​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn
​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn
​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn
​​​​​​​Ji ber topbaranê ava vexwarinê hate birîn
29 tîrmeh, 2023   11:19
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Azad Hisên Guldedo birîndar bû. Her wiha jêdereke ava vexwarinê ji xizmetê derket û ziyan gihaşt hin sarîcên avê.

Artêşa dagirker derdora nexweşxaneya Til Rifetê, derdora navçeyê û jêdera ava vexwarinê ya ku avê dide bi sedan şêniyên navçeyê, kirin hedef.

Şêniyên navçeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rasterast wan dike hedef.

Koçbera ji Efrînê ya bi navê Xedîce Hiso got: "Artêşa Tirk a dagirker bi gelek topan bajarê Til Rifetê topbaran kir. Hinek top li nêzî me ketin û topek 5 metreyan nêzî mala min ket. Em pir tirsiyan û zarokên min ji tirsa bi lez bi aliyê din ê bajar ve reviyan."

Xedîce destnîşan kir ku artêşa dagirker jêdera avê ya nêzî mala wê jî kir hedef, di encamê de jêdera avê ji xizmetê derket û karkerek jî birîndar bû. Xedîce anî ziman ku ji ber bilindbûna pileya germê pêwîstiya wan a zêde bi ava vexwarinê heye.

Welatiyê bi navê Mihemed Gedro jî yek ji şahidên topbaranê ye û got: "Ez li ber mala xwe rûniştî bûm, min dît top li nêzî min û derdora nexweşxaneyê dibariyan."

Gedro da zanîn ku jêdera topbaranê bajarê Marê yê dagirkirî ye û got: "Artêşa Tirk rasterast me dike armanc."

Hevseroka Komîteya Avê ya Til Rifetê Zilîxa Misto diyar kir ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker jêdereke ava vexwarinê sekinî û got: "Dê bar û zehmetiyên şêniyan zêdetir bibin, nemaze ku li gel germahiya zêde av kêm e."

Li gorî komîteyê, li navçeyê 3 bîrên ava vexwarinê hene ku rojane 4 sarîcan dadigirin û bi derketina bîrekê ji xizmetê dê zext li ser du bîran çêbe.

(bb)

ANHA