​​​​​​​Di êrişa li ser rêya Til Marûfê de jinek şehîd bû

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya bajarokê Til Marûf ê Qamişloyê de welatiya bi navê Weed El Xelûf şehîd bûye.

​​​​​​​Di êrişa li ser rêya Til Marûfê de jinek şehîd bû
29 tîrmeh, 2023   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di 27'ê Tîrmehê de 2 erebe li ser rêya bajarokê Til Marûf ê kantona Qamişloyê bombebaran kiribûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê têkildarî êrişê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate got:

"Dewleta Tirk a dagirker operasyonên qirkirinê li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di 27'ê Tîrmehê de jî li ser rêya bajarokê Til Marûfê 2 erebe bi balafirên bêmirov ên biçek bombebaran kirin.''

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê êriş şermezar kir û ragihand ku di êrişê de welatiya bi navê Weed Elî El Xelûf şehîd bûye. Li gorî daxuyaniyê, Weed ji gundê Simêhan ê navçeya Til Birakê ye û sala 1998'an ji dayik bûye.

(bb)

ANHA