Di çalakiyên gerîla de 11 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîla de 11 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

Di çalakiyên gerîla de 11 leşker hatin kuştin
29 tîrmeh, 2023   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî wiha da zanîn:

“Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çalakiyên xwe didomînin û artêşa Tirk a dagirker derbeyên giran dixwe. Di çalakiyên hêzên me de ku bi cesaret û biryardariyeke mezin didomînin, 11 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Sîstemeke kameraya mobesse û konek hatin îmhakirin û derb li konekî hate xistin.”

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

28’ê Tîrmehê di saet 06.40’an de dema ku li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava tevgerê, bi çekên giran li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

28’ê Tîrmehê di saet 07.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li konekî dagirkeran û sîstemeke kameraya mobesse hate xistin. Sîstema kameraya mobesseyê hate îmhakirin û li kon hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

28’ê Tîrmehê di saet 12.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li çeperê dagirkeran hate xistin û 2 dagirkerên di hundirê çeper de hatin cezakirin.

28’ê Tîrmehê di saet 13.10’an de bi çekên giran li konên dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev kon hate îmhakirin û 2 dagirkerên di hundir de hatin cezakirin.

28’ê Tîrmehê di saet 13.30’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava tevgerê bi çekên giran li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

28’ê Tîrmehê di saet 15.30’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava tevgerê, bi çekên giran li wan hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman wextî de bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek din jî hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

28’ê Tîrmehê ji saet 19.10’an heta 19.20’an li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî diketin nava tevgerê û hewl didan bi cih bibin, hate xistin û 3 dagirker hatin cezakirin.

29’ê Tîrmehê ji saet 01.10’an heta 02.30’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkopterek kete nava tevgerê. 2 caran bi çekên giran mudaxeleyî van helîkopteran hate kirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

27 û 28’ê Tîrmehê qada Golka ya Metînayê carekê, qadên Gundê Girê, Gundê Sêdarê û Gundê Seravê yê herêma Garê 4 caran; bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi dehan car bi topan hatin bombekirin.

‘ELEQEYA ME BI KUŞTINA MIHEMED MÎRZE TUNE YE’

PDK’ê têkildarî mirina Mihemed Mîrze ku roja 23’yê Tîrmehê ew bûyer qewimîbû, daxuyaniyek dabû û tevgera me berpirsyar nîşan da.

Weke HPG tu eleqeya me bi bûyereke wisa re tune ye. Li gel ku tu belgeyek piştrastkirî li holê nîn e, hewl tê dayîn vê bûyerê bi tevgera me ve bidin girêdan û ev yek bi zanabûn tê kirin.”