Şerê Sûdanê: 20 endamên Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatin kuştin

Çavkaniyên ji artêşa Sûdanê daxuyandin ku 20 endamên Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatine kuştin. Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûdanê jî şer wekî “metirsîdar” bi nav kir û bang li herdu aliyan kir ku dawî li şer bînin.

Şerê Sûdanê: 20 endamên Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatin kuştin
29 tîrmeh, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El Arebiye El Hades, çavkaniyên ji artêşa Sûdan daxuhandin ku dema Hêzên Piştevaniya Lezgîn hewl daye êrişî hêzên artêşê bike, 20 endamên wan hatine kuştin.

Li aliyekî din Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûdanê duh bang li artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn kiribû ku dawî li şer bînin û gihandina alîkariyên mirovî asteng nekin.

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de, bîlançoya şer û rewşa mirovî wekî “metirsîdar” bi nav kiribû.

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Himêdtî jî got: "Em ji bandorên şer lêborînê ji gelê Sûdanê dixwazin.” Himêdtî diyar kir ku çareseriya krîza Sûdanê bi guhartina fermandarên artêşê pêkane û eger ev yek pêk were dikarin di 72 saetan de bigihîjin lihevkirinê.

(fr/c)