Kongra Star sûcên qirkirina jinan şermezar kirin

Kongra Star sûcên qirkirina jinan şermezar kirin û diyar kir ku ew ê li dijî komkujî û qirkirina jinan têkoşînê xurt bikin.

Kongra Star sûcên qirkirina jinan şermezar kirin
29 tîrmeh, 2023   09:49
 QAMIŞLO

Kongra Star a kantona Qamişloyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyaniyê ji aliyê endama rêveberiya Kongra Starê Medya Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di kêmî 2 mehan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 jin bi destê kesên xwedî zîhniyeta baviksalar hatin qetilkirin. Her wiha îşaret bi Komkujiya Şengalê (3`yê Tebaxê) hat kirin.

Kongra Star diyar kir: “Wek tevgereke jinan a şoreşa Rojava em ê li hember vê tundiyê bê deng nemînin. Em ê li hember hemû rengên tundiyê ku têkoşîna jinan dike hedef, têkoşînê bilind bikin.”

(c)

ANHA