'Me ji sedî 85’ê ava golên Çemê Firatê ji dest daye'

Rêveberê Bendava Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn diyar kir ku ji ber qutkirina avê Çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ji sedî 85’ê ava depoya golên li ser çem ji dest dane.

'Me ji sedî 85’ê ava golên Çemê Firatê ji dest daye'
29 tîrmeh, 2023   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN – CUMA MIHEMED

Rêveberê Bendava Rojava (Tişrîn) endazyar Hemûd El Hemadîn diyar kir ku di havînî de pêwîstiya bi ava vexwarin û ava ji bo avdanê zêdetir dibe û got: "Lê niha em li sînorê karesatekê ne, an ku sînorê beriya rawestandina bendavên Tişrîn û Firatê. Sedema vê yekê dewleta Tirk e ku ji 30 mehan ve ava çem kêmtir kiriye."

Endazyar Hemûd El Hemadîn ji sala 2008'an ve di Bendava Rojava de dixebite, rêjeya xwezaya ava bendavê eşkere kir û wiha got: " Rêjeya xwezayî ya Bendava Tişrînê 325.50 metre ji asta deryayê bilinde, lê îro asta ava golê bûye 320.98'an. Yanî me ji sedî 85 ava depoya xwezayî yên golê ji dest daye, hema bêje em gihîştine asta tunebûnê an ku asta rawestandina Bendava Tişrînê. Bendava par hatibû rawestandin, lê em ditirsin ku îsal jî ev yek dûbare bibe. Em niha di lûtkeya kêmbûnê de ne ku hewcedariya bi ava Çemê Firatê jî di lûtkeyê de ye. ''

Li gorî El Hemadîn eger kêmbûna avê dewam bike û çareseriyên lezgîn neyên dîtin dê li pêşberî felaketeke jîngehî û mirovî re rû bi rû bimînin û wiha domand: "Stasyonên avê dê ji xizmetê derkevin, di encamê de dê peydakirina ava vexwarinê zehmetir bibe. Her wiha dê li hin herêman av biqede. Ji wê zêdetir jî dê gefan li çandiniya havînî bi giştî bixwe, di zerar dê di kêmbûna hilbirînê de sînordar nemîne, lê dibe dê hilbirîn bisekine. Di vê demê de jî rêjeya buxarê zêdetir dibe ku di saniyekê de zêdetir 75 metrekupe, ev yek dibe sedem ku em ji sêyeke ava ku ji Tirkiyeyê tê, bêpar bimînin. Derxistina enerjiya kehrebeyê dê di astên herî jêr de be, bi caran em li pêşberî sekinandina bendavan re rû bi rû dimînin."

El Hemadîn destnîşan kir ku wan ji sedî 85 ava depoyên golên bendavên Firat û Tişrînê ji dest dan.

Li gorî van hejmaran, hema bêje depoya stratejîk ya avê diqede û rêjeya ku maye jî asta herî jêr e, an ku derxistina kehrebeyê sekinî ye û stasyonên ku li ser kehrebeyê dixebitin, ji xizmetê derketine. Di encamê de şênî ji mafên herî biçûk an ku mafê bidestxistina ava vexwarinê bêpar in û hilbirînên çandiniya havînê jî ji ber tunebûna avê tune dibin.

Ji 30 mehan ve rêjeya ava Firatê ku ji Tirkiyeyê ve têne nehatiye guhertin, ev rêje di rewşên xwe yên herî baş de digihêje nîviyê. Lê ruxmî vê yekê jî heta niha tu çareserî nehatine dîtin.

Hemûd El Hemadîn da zanîn ku ''Gola Bendava Firatê ku depoya wê zêdetirî 14 milyar metrekupe û asta depokirina wê ya binavkirî 304 metre li ser asta deryayê ye, îro asta wê 298 metre ye. Ev tê wateya ku gol 6 metreyan rêjeya xwe ji dest daye. Jêrî vê rêjeyê dê gola Bendava Firatê veguhere çemekê normal ku êdî navê golê jê re nabe. Sedema vê yekê ew e ku me depoya stratejîk ava golê ji dest daye. 6 metre hejmareke mezin e, nemaze ku havîn hîna di desptêka xwe de ye û 2 heta 3 mehên demsala xerçkirinê li pêşiya me dimînin."

(bb)

ANHA