Li Şehbayê perwerdeya şanogeriyê

Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehbayê li Şehbayê perwerdeya şanogeriyê da destpêkirin.

Li Şehbayê perwerdeya şanogeriyê
Li Şehbayê perwerdeya şanogeriyê
Li Şehbayê perwerdeya şanogeriyê
Li Şehbayê perwerdeya şanogeriyê
29 tîrmeh, 2023   05:58
ŞEHBA

Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehbayê perwerdeyek da destpêkirin û gelek şanoger kom kirin. Perwerdeyê 16'ê Tîrmehê dest pê kir û dê mehekê dewam bike. 23 kes dikevin perwerdeyê.

Endamê Yekitiya Hunermedan a Helebê û şanoger Ehmed Bekeretî li ser mijarê got: "Hatina min a ji bo Şehbayê xwesteka min bû. Ji ber ku pêwîstiya zarokên herêma Şehbayê bêhtir bi şanogeriyê hebû. Min xwest zarokên Efrînê di nava şanoyê de cihê xwe bigirin.”

Ehmed wiha dewam kir: “Dema ku Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehbayê ji bo xurtkirina şanogeran li Şehbayê perwerde da destpêkirin, min jî xwest ez wan fêr bikim.”

Ehmed got perwerde dê 25 rojan dewam bike, her wiha dê di dawiya dewreyê de şanoyek were nîşandan.

Her wiha Evîn Xelîl (16) a ji navçeya Mabetayê ku beşdarî perwerdeyê bûye, wiha got: “Beşdarbûna min a ji bo perwerdê bi xwesteka min bû, da ku ez kesayeta xwe di warê şanogeriyê de xurt bikim. Me gelek caran şano pêşkêş dikir lê agahiyên berfireh li cem me tune bûn, ev perwerde jî ji bo me gaveke baş bû. Di rewşa koçberî û tunebûnê de em hewl didin xwe bi pêş bixin û em şanoger li ku derê dibin bila bibin em ê afirîner bin."