Li Efrînê 2 welatiyên din hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Şera û Race yên Efrînê 2 welatî revandin.

Li Efrînê 2 welatiyên din hatin revandin
29 tîrmeh, 2023   07:13
ŞEHBA

Li Efrînê ku ji 18'ê Adara 2018'an de di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên dermirovî, guhertina demgorafîk û qirkirina xwezayê bênavber dewam dikin.

li gorî agahiyên ku çavkaniyan xwecih dane, çeteyên "Polîsên Sivîl" li navçeya Raco dermanfiroşê bi navê Mihemed Mihemed Fatê (45) revandiye.

Li navçeya Şera jî, çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Hisên Mistefa Hedek (42) yê ji gundê Dêr Siwanê revand û dest danî ser erebeya wî û 15 hezar dolarên pê re. Ev cara duyemîn e ku Hisên Mistefa Hedek tê revandin.

) bb)

ANHA