Rojane 100 nexweş berê xwe didin nexweşxaneyên Hesekê

Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û nebûna ava vexwarinê ya paqji, li Hesekê nexweşiyên mîna navçûn, jehrîbûn û nexweşiyên çermê zêde bûne.

Rojane 100 nexweş berê xwe didin nexweşxaneyên Hesekê
28 tîrmeh, 2023   04:41
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagkirina Serêkaniyê di sala 2019′an de, avê li ser Hesekê û gundewarên wê qut dike. Stasyona Elokê jêdera sereke û yekane ya ava vexwarinê ya bajêr û kampên Hol, Serêkaniyê, Waşûkanî û Erîşa ye.

Şêniyên bajêr ji bo peydakirina avê sehrîc û bîran bi kar tînin. Lê ava bîran ji ber şorbûnê wê ji bo vexwarinê bi kêr nayên.

Ji ber pirbûna jêderên avê, rojane şêniyên Hesekê bi nexweşiyên mîna; navçûn, jehrîbûn, nexweşiyên çermê û verişîn dikevin. Ev av li ser nexweşên gurçikan jî xetereyekê çêdike.

/kr/uploads/files/2023/07/27/190840_-.webp

Têkildarî mijarê, çavdêrê beşa ambulansan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê Ehmed Ferhan ji me re axivî û got: "Ji ber qirêjbûna avê li Hesekê, rojane 100 rewşên nexweşiya jehrîbûn û nexweşên çermê tên nexweşxaneyan."

Ferhan da zanîn ku ji bo nexweşên gurçikan pêwîst e ava nexweşxaneyan jî bê dezenfektekirin, lewma qutkirina avê bandoreke mezin li nexweşxaneyan jî kiriye.

Ehmed Ferhan bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku çareyên lez ji bo avê yan ji bo stasyona Elokê bibînin.

(fr)

ANHA