​​​​​​​‘Li hemberî komployan lidarxistina kongreyeke neteweyî pêwîstiyek e’

Rewşenbîr û lêkolînerên Kurd pêkhatina armancên Peymana Lozanê li ser xaka Kurdistanê spartin nakokiyên Kurdan û got "Divê kongreyeke neteweyî were avakirin da ku stratejiya Kurdan bike yek û faîlên komkujiyên li dijî Kurdan werin muhasebekirin."

​​​​​​​‘Li hemberî komployan lidarxistina kongreyeke neteweyî pêwîstiyek e’
28 tîrmeh, 2023   01:16
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Li gel tunebûna helwesteke siyasî ya yekbûyî ya Kurdan ku rê li ber komkujî û komployan bigire, armanc û planên  hêzên dagirker ên ku Peymana Lozanê 24'ê Tîrmeha 1923'yan li ser xaka Kurdistanê îmze kiribûn, nû dibin.

/kr/uploads/files/2023/07/27/190736_-.webp

Têkildarî bandora Peymana Lozanê li ser Kurdan û girîngiya avakirina yekitiya Kurdan, endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mizgîn Zêdan anî ziman ku îmzekirina Peymana Lozanê pêvajoyeke nû ya pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan, bi taybetî li dijî jinên Kurd bû. Mizgîn bi bîr xist ku gelek bûyerên biêş wekî komkujî, polîtîkayên înkarê, jihevxistina Kurdan û çewisandina mafên wan pêk hatin.

Mizgîn Zêdan destnîşan kir ku di serî de dewleta Tirk a dagirker, dewletên Peymana Lozanê îmze kir her dem hewl da statuyeke Kurdan ku mafên wan mîsoger bike, neyê avakirin û got: "Di serî de jinên Kurd, gelê Kurd hat koçberkirin û siyasetên qirkirinê hatin meşandin. Her wiha siyasetên guhertina demgorafîk a sîstematîk pêk hatin ku heta roja me ya îro dewam dikin."

YEKRÊZIYA KURDAN

Mizgîn destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên Lozanê li dijî Kurdan û gelê herêmê berdewam bike û diyar kir ku Peymana Lozanê bandor li tevahî pêkhateyan kir û tevahî pêkhate rastî komkujiyan hatin.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mizgîn Zêdan, li hemberî êriş û tîfaqên li dijî pêkhateyan girîngiya yekrêzî û helwesta Kurd a yekbûyî destnîşan kir û got, ji bo çareserkirina nakokiyan û parastina destkeftiyan, her wiha ji bo avakirina statuyeke kurdî ya yekbûyî, lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî pêwîstiyek e.

/kr/uploads/files/2023/07/27/190716_-.webp

Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Kurdiyar Dirêî jî bal kişand ku Peymana Lozanê mafên Kurdan înkar kirin û wiha domand: "Di dirêjahiya sed salan de, tevahî binpêkirinên li dijî Kurdan, komkujî û têkbirina şoreşên Kurdan hatin kirin. Bersiva civaka navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan di rûpelên  ku di rûpelên Peymana Lozanê de veşartî bûn. Ev hemû mîna garantiyan ji dewletên dagirkerên Kurdistanê (Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiye) re bû da ku Kurdan qir bikin."

Dirêî anî ziman ku eger hêzên siyasî li hemberî planên dijmin  bi gel re bûna dê rewşa Kurdan cûda ba û got: "Nakokiyên di navbera Kurdan de bû sedem ku armancên hêzên dagirkerên Kurdistanê heta astekê pêk werin."

Dirêî diyar kir hêzên Peymana Lozanê îmze kir planên xwe li ser xaka Kurdistanê didomînin û wiha pê de çû: "Qatilê zarokên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî Erdogan heman planên Mistefa Ataturk li dijî xaka Kurdistanê û gelê wê pêk tîne û hewl dide Mîsaqî Millî zindî bike."

Endamê NRLS'ê Kurdiyar Dirêî di dawiya axaftina xwe de banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî kir û got: "Divê kongreyeke neteweyî ya kurdistanî were lidarxistin da ku helwest û stratejiya Kurdên li çar aliyên Kurdistanê bike yek û hesab ji faîlên komkujiyên sedsalî yên li dijî Kurdan bipirse."

(bb)

ANHA