​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-7-2023
27 tîrmeh, 2023   23:00

Dayikên şehîdan anî ziman ku azadiya gelan ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got "Bila dewleta Tirk a dagirker fêm bike ku em xwediyê heqiyê ne û em ê bi ser bikevin."(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevan Kurtay Serhat rewşa dawî ya qadên berxwedana gerîla ragihand û bi bîr xist ku êriş piştî serdana Mesrûr Berzanî ya Enqereyê zêdetir bûne û got: “PDK hîn jî nahêle saziyên eleqedar mijara çekên kîmyewî lêkolîn bikin.” Serhat diyar kir ku gerîla planan têk dibe, lê pêwîst e her kes dijî çekên kîmyewî û êrişan xwedî helwest be. (BI WÊNE)

Di demekê de metirsî hene ku Rûsya çekên taktîk nukleer li dijî Ukraynayê bi kar bîne, dewleta Tirk a dagirker van çekan li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar tîne, lê civata navneteweyî li hemberî vê yekê dengê xwe nake. (BI WÊNE)

Rewşenbîr û lêkolînerên Kurd pêkhatina armancên Peymana Lozanê li ser xaka Kurdistanê spartin nakokiyên Kurdan û got "Divê kongreyeke neteweyî were avakirin da ku stratejiya Kurdan bike yek û faîlên komkujiyên li dijî Kurdan werin muhasebekirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û nebûna ava vexwarinê ya paqji, li Hesekê nexweşiyên mîna navçûn, jehrîbûn û nexweşiyên çermê zêde bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ji zarokên re li Tirbespiyê dewreyên fêrkirinê yên bêpere vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA