Li gundewarê Şamê teqîn: Birîndar hene

Li herêma Seyda Zeyneb a gundewarê Şamê erebeyeke bomberbarkirî li nêzî navendeke leşkerî teqiya.

Li gundewarê Şamê teqîn: Birîndar hene
27 tîrmeh, 2023   17:28
Navenda nûçeyan

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku erebeyeke bombebarkirî li nêzî navendeke leşkerî ya komên Îranê ku li herêma Seyda Zeyneb teqiya. Di encamê de li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene û gelek erebe şewitîn.

Di 25`ê Tîrmehê de motorsîklêtek li heman herêmê teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn. Lê xwezaya teqînê nehat zanîn.

(şx)