Komîteya Jinan a PYD`ê banga hesabpirsînê ji kujerên Rewaayê kir

Komîteya Jinan a Nivîsgeha PYD`ê ya navçeya Til Koçerê kuştina jina ciwan a bi navê Rewaa şermezar kir û banga hesabpirsînê li sûcdaran kir.

Komîteya Jinan a PYD`ê banga hesabpirsînê ji kujerên Rewaayê kir
27 tîrmeh, 2023   17:08
QAMIŞLO

Komîteya Jinan a Nivîsgeha PYD`ê ya navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo, têkildarî kuştina Rewaa El Uweyd bi destê birayên wê dauxyaniyek da.

Endama Rêveberiya Komîteya Jinan Mizeyen Elî li pêşiya navenda nivîsgehê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komîteyê kuştina jina ciwan bi destê birayên wê bi hiceta namûsê şermezar kir û got: “Tevî têkoşîna demdirêj a ji bo guhertina van têgehên paşevrû, lê dîsa jî jin bi hiceta namûsê tên kuştin.”

Komîteyê bang kir ku cenazeyê herî giran li sûcdaran bê birîn.

Çavkaniyekî serdozgeriya giştî ya navçeya Til Koçerê ji ajansa me re diyar kir ku 2 sûcdarên bûyerê hatine girtin.

Heman çavkanî eşkere kir ku birayên jina ciwan: Ehmed Mislih El Uweyd û Silêman Mislih El Uweyd hatine girtin.

Jina ciwan Rewaa Mislih El Uweyd (21) li gundê Um Hebal ê navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo sêşemê (25`ê Tîrmehê) hat kuştin.

(şx)

ANHA