Di salvegera 7`an de şehîdên komkujiya Qamişlo hatin bibîranîn

Bi rasthatina salvegera 7’emîn komkujiya Qamişlo ku di sala 2016’an de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi destê çeteyên DAIŞ`ê pêk hatî, îro li cihê komkujiyê bi kombûna bi dehan şeniyên  bajarê Qamişlo, şehîdên komkujiyê  hatin bîranîn

Di salvegera 7`an de şehîdên komkujiya Qamişlo hatin bibîranîn
27 tîrmeh, 2023   18:00
QAMIŞLO

Komkujiya  Qamişlo  ku di 27`ê Tîrmeha sala  2016`an de pêk hatibû. Komkujiya hovane ku li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo,  bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de 2 avahî bi temamî bi ser serê welatiyên sivîl de hatibû rûxandin, 58 sivîl, 3 endamên Hêzên Asayîşê şehîd bûbûn û 177 sivîl jî birîndar bûbûn.

Îro bi pêşengiya Meclisa Bajarê Qamişlo li taxa Xerbî ya bajêr ji bo salvegera 7`an a komkujiya bajarê Qamişlo, li cihê  komkujiyê, şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.

Di bîranînê de li ser navê Rêveberiya Meclisa Malbatê Şehîdan Silêman Îsa axivî  û got: “Em şehîdên komkujiyê bîr tînîn û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Îsa bal kişand li ser  berxwedana gelan û got çi dibe bila bibe pêwîst e têkoşîn berdewam bike.

Îsa wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk bi  êrişên xwe dixwaze me tune bike, lê bila bizane  em dê her li ser xaka xwe tê bikoşin. Bi sekna xwe ya berxwedêr, em dê her li ser lingan bin. Careke din em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em dibêjin şehîd namirin.”

Piştî axaftinan, ji bo bîranîna şehîdan mûm hatin pêxistin û bi drûşemên “Şehîd Namirin” û “Bijî  Serok Apo” bi dawî bû.

(he)