Serdana Erdogan a li welatên Kendavê destpêka pêvajoyeke nû ye?

Li gel krîza aborî ya li Tirkiyeyê, serdana serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a bo Îmarat, Siûdiyê û Qeterê wek destpêka pêvajoyeke nû ya têkiliyên Tirkiye û welatên Kendavê tê hesibandin. Gelo tiştê ku dijberên duh anîne cem hev çi ne, çarenûsa Îxwanan û helwesta Îran û Îsraîlê çi ye?

Serdana Erdogan a li welatên Kendavê destpêka pêvajoyeke nû ye?
27 tîrmeh, 2023   06:02
NAVENDA NÛÇEYAN - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan serdana xwe ya bo welatên Kendavê ku 3 rojan dewam kir, li Îmaratê bi dawî kir. Erdogan beriya Îmratê serdana Erebistana Siûdî û Qeterê jî kiribû û ji bo geşkirina aboriya welatê xwe gelek lihevkirin îmze kiribûn.

Çavdêr dibêjin Enqere bi vê serdanê armanc dike ku serweriya xwe li herêmê vegerîne. Hin çavdêrên din jî bal kişand ser xetên sor ên Ewropayê yên girêdayî têkiliyên Tirkiye (endama NATO`yê ye) û cîhana erebî.

Piştî salên aloziyê û nakokiyên der barê gelek dosyayan de, gera Erdoagn a li welatên Kendavê balê dikişîne ser hewldanên Tirkiye-welatên Kendavê yên derbaskirina nakokiyan. Yek ji mijarên nakokiyên her du aliyan, dosyaya Lîbyayê bû ku Enqere û Ebû Zabî piştgiriya aliyên şer kir. Lêgerîna li gazê li Deryaya Spî, dosyaya desteka Tirkiyeyê bo endamên komên îslamî û di serî de “Îxwan Muslimîn” jî mijarên din ên nakokiyê bûn.

Di encama vê serdanê de, bi Ebû Zabî re lihevkirin û peymanên bi nirxê 50.7 milyar dolarî hatin îmzekirin. Her wiha hevkariya dualî (Enqere-Doha) bi rêya bazirganî û têkiliyên aborî hat kûrkirin. Siûdiyê jî bi Tirkiyeyê re gelek lihevkirinên hevkariyê di warê veberhênan û parastinê de îmze kirin. Peymana herî girîng jî kirîna balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê bû.

Lêkolînera kar û barên navneteweyî Zêna Mansûr têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Zêna Mansûr got: “Projeya ronesanê ya Tirkiyeyê ji bo ku xwe li Rojhilata Navîn îsbat bike, dijberî projeya Kendavê ya ji bo mayîndekirina hêza aborî ya Lîberalîzma nû ya Kendavê ye. Lê belê hêza aborî pirsgirêkên siyasî derbas dike. Welatên Kendavê wiha li mijarê dinihêrin. Kendavê nêrîna xwe ya siyasî ya muhafizkar veguherandiye Lîberalîzma aborî ya nû ku hewl dide pirsgirêkên siyasî bi rêya aboriyê derbas bike.”

Zêna, di dewama nirxandina xwe de bal kişand ser astengiyên li pêşiya van lihevkirinan û got: “Xeyalên Trikiye û yên Kendavê dawî li van pirsgirêkên ku li hember vê nêzîkbûn û guhertinê dibûn asteng, anî. Pirsgirêk wiha bûn; dorpêça Qeterê û cezayên li dijî wê, kuştina rojnamevan Xaşiqcî, dijberiya Tirkiye-îmarat li Lîbyayê, pirsgirêka Tirkiye-Misirê ya têkildarî gaz û petrola rojhilatê Deryaya Spî.”

Zêna Mansûr anî ziman ku bi dawînanîna li van her çar pirsgirêkan re, êdî têkilî ji asta dijberiyê derketin û ji pêşbirkê veguherîn hevtemamkirinê û wiha pê de çû: “Ev yek hem dikeve berjewendiya her sê dewletên Kendavê yên ku di aliyê aborî de li pêş in û xwedî dewlemendiyên petrolê ne, hem jî xizmeta Tirkiyeyê û xeyalên wê yên xurtkirina rola xwe ya aborî, bidawîkirina aloziyên xwe, têkçûna lîreya Tirk, enflasyon û bihabûnê dike. Li kêleka wê jî pêwîstiya Tirkiyeyê bi renosana aboriyê heye, bi rêya veberhênanên li Qeter, Siûdiyê û Îmaratê. Erdogan di gera xwe de ev yek kir û peymanên bi 100 milyar dolarî îmze kirin. Li kêleka hevkariya wê ya aboriyê ya mezin û kûr bi Qeterê re.”

Lêkolînera têkiliyên navneteweyî Zêna Mansûr bal kişand ser çarenûsa Îxwan Muslimîn jî ku hejmareke ji wan li Tirkiyeyê ne û got: “Ev mijar yek ji dosyayên herî zehmet yên di dan û standinên Tirkiye-Siûdiyê de bû. Nexasim ku Îxwan, wekî îslama siyasî ji aliyê Siûdiyê û Îmaratê ve tên redkirin û li dijî wan projeyeke aboriyê ya dijberî îslama siyasî (çi Îxwan Muslimîn dibe, çi jî baskê wê yê Şîe yê bi navê Şoreşa Xumeynî ya Îranê tê nasîn dibe) ragihandibûn. Serokkomarê Tirkiyeyê hewl dide bi rêya pêşxistina aboriyekê ku asta nêrînên têkildarî doza Îxwanan derbas dike, xwe dûrî vê pirsgirkêa bi Siûdiyê û Îmaratê re bixe. Erdogan her wiha soza da ku Tirkiye ji bo tu dengên muxalif an jî ji bo yên zirarê didin berjewendiyên Tirkiye-Kendavê, nebe platform.”

Têkildarî helwestên Amerîka û Ewropayê li hember van lihevkirinan jî, Zêna Mansûr ev tişt anîn ziman: “Ew ji aliyê şêwe û navarok ve vê nêzîkbûna Tirkiye-Kendavê pêşwazî dikin, ji ber ku dikeve xizmeta herêma Rojhilata Navîn. Lê belê Ewropa, Tirkiyeyê wekî dewleteke sereke ya NATO`yê dihesibîne û wekî xwediya tevgera aborî ku zirarê nade berjewendiyên Ewropa û Amerîkayê dizane. Herdu alî jî (Tirkiye, Kendav) xetên sor ên ku çarçoveya vê hevkariyê li cem disekinin, dizanin.”

Zêna der barê helwesta Îsraîlê de jî got: “Ew ne dijberî vê nêzîkbûnê ye. Wê jî sala 2020`an lihevkirinên Abraham bi Îmarat, Behreyn, Sûdan û Mexribê re îmze kirine. Beriya wê jî peymanên aştiyê bi Misir û Urdinê re pêk anîn, îro jî têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re xurt dike û dixwaze bi rêya Qibrusê gazê veguhêze Tirkiyeyê. Her wiha lihevkirin navbera Îsraîlê û Tirkiyeyê hene ku gaza Îsraîlê bi rêya Tirkiyeyê bikeve Ewropayê.”

Zêna Mansûr helwesta Îranê jî wiha nirxand: “Dewletên Kendavê dibînin ku nêzîkbûna Îran-Amerîka ya li ser asta vejandina lihevkirina Cinêvê, lihevkirina li ser mijara bombeya nukleer a Îranê û vekişîna Washingotinê ji herêmê ye. Ev yek dihêle welatên Kendavê têkiliyên xwedî hevsengiya jeo-stratejîk bi Îranê re ava bikin.”

(c)

ANHA