​​​​​​​Ji bo guhartina demografîk temam bike penaberan dişîne Sûriyeyê

Dewleta Tirk a dagirker guhartina demografiya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dilezîne. Şêxmûs Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi guhartina demografîk a li herêmên dagirkirî û bicihkirina penaberên sûriyeyî, qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.

​​​​​​​Ji bo guhartina demografîk temam bike penaberan dişîne Sûriyeyê
27 tîrmeh, 2023   01:47
REQA - EHMED ESAF

Piştî ku AKP di hilbijartinên Tirkiyeyê de bi ser ket û careke din Erdogan desthilat bi dest xist, dewleta Tirk bi darê zorê penaberên sûriyeyî ji xaka xwe ber bi xaka Sûriyeyê yên dagirkirî ve dişîne û li herêmên ne herêmên wan, li şûna xwecihên herêmê bi cih dike.

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed îdiayên dewleta Tirk ên li ser vegera dilxwazî ya penaberên sûriyeyî derewandin û got, dewleta Tirk veguhastina sûriyeyiyan û bicihkirina li herêmên dagirkirî dilezîne. Ehmed wiha got: "Dewleta Tirk dema herêm dagir kir, xwecihên herêmê bi darê zorê koçber kirin û penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê li herêmên dagirkirî bi cih dike."

Ehmed wiha domand: "Piştî Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket, şandina penaberên sûriyeyî lezand û îdia kir ku ew vegereke dilxwazî ye. Lê di rastiyê de bi darê zorê dişîne û li herêmên dagirkirî li avahiyên mêtingehiyê yên bi desteka Qeterê ava kirine, bi cih dike."

Dewleta Tirk a dagirker 25′ê Tîrmehê, 50 penaberên din ên sûriyeyî li kantona Girê Spî bi cih kiribûn. Bi wê yekê tenê vê mehê hejmara penaberên bi darê zorê li kantonê bi cih kirine zêdetirî 300’î ye.

Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk penaberan di mijara guhartina demografiya herêmê de bi kar tîne, di heman demê de dixwaze propagandaya ku beriya hilbijartinan dikir pêk bîne, hem jî ji YE`yê re bêje ku ew koçberiya bi Ewropayê ve sînordar dike.

Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya kiryarên guhartina demografîk ên li herêmên dagirkirî û bicihkirina penaberên sûriyeyî li herêmên ne herêmên wan, qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.

Penaberên bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve hatine şandin, tevî ku xetere li ser derbasbûna wan heye jî dixwazin berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser.

Ajansa me ragihandibû ku 3 penaberên bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ve hatine şandin, dema hewl dan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin, çeteyên "Ehrar El Şerqiye" li nêzî gundê Îyewe yê Girê Spî ew bi guleyan birîndar kirine.

Dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya salên krîza Sûriyeyê de Idlib, Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

(fr)

ANHA