Hêviya wan dilopek av e!

Ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve, dewleta Tirk a dagirker ava vexwarinê ya Hesekê qut kiriye. Lewma ev demek dirêj e li malên bajêr av naherike.

Hêviya wan dilopek av e!
27 tîrmeh, 2023   04:21
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker ji Cotmeha 2019`an de zêdetirî 36 caran ava stasyona Elokê li ser zêdetirî milyonek û 500 hezar şêniyên bajarê Hesekê û gundan birî. Lewma welatî pir zehmetiyan dikişînin û ji bo satilek av bi saetan li dorê disekinin.

Li Hesekê ji saetên sibehê ve li pêşiya depoyên avê dengê mêr, jinan û zarokên li benda avê ne bilind dibe.

/kr/uploads/files/2023/07/26/193441_-.webp

Welatiya bi navê Wadha Şihab (60) li pêşiya depoya avê ya li nêzî mala wê ya li taxa Mişêrfe rûniştibû û ji ajansa me re wiha axivî: “Ji çend salan ve av kêm e. Di hevînê de pirsgirêk girantir dibe. Ji ber ku di şûştin û sarkirinê de tê bikaranîn.”

Wadha diyar kir ku hejmara sahrîcan gelek in lê biha ne û wiha domand: “Em nikarin avê jê tijî bikin. Xwediyên sahrîcan, hicet dikin ku taxa me kevin e û qaşo nikarin werin taxê. JI ber wê em neçar dibin ku avê bi galonan bar bikin û bibin malê.”

Wadha zêdetirî 5 caran avê bi galonan dibe malê û ew jî li ber vê diweste. Wadha da zanîn ku ava dibe malê jî têra şûştin, xwarin û vexwarinê nake.

Wadha rêxistinên ku mafên mirovan îdia dikin û hêzên navneteweyî şermezar kirin ji ber ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê herêmê negirtin.

Her wiha got: “Henefên malên me zuha bûn. Heta kengî ev hal dê berdewam bike.”

/kr/uploads/files/2023/07/26/193427_-.webp

Nexweşiyên şekir, dil û tansyon bi welatiya bi navê Emşe Kirês (67) re hene, tevî wê jî ji saetên berbanga sibê li pêşiya depoyeke avê di sirê de li benda dora xwe ye, tenê ji bo ku galoneke avê bibe û taştiyê ji malbata xwe re hazir bike.

Emşe mîna Wedha basiya û got: “Em ji bo gulmeke avê, lava dikin. Rojane avê bi galonan dibin malê. Ji bo ku barkirina avê hêsan bibe, me erebeyeke biçûk çêkir.”

Welatiya bi navê Emşe Kirês bang li rêxistinên mirovî û Rêveberiya Xweser kir ku çareseriyên bilez ji vê pirsgirêka qutkirina avê re bibînin.

(şx)

ANHA