'Li hember sedsal komkujî sedsal fedakarî'

Telat Yûnis diyar kir ku li hember 100 salî komkujî û êriş 100 berxwedan û fedakarî hatin raberkirin û got divê eniyek ji hemû pêkhateyan were avakirin ku Peymana Lozanê û tevahî peymanên dijberî gelan werin têkbirin.

'Li hember sedsal komkujî sedsal fedakarî'
27 tîrmeh, 2023   03:38
QAMIŞLO-GELHAT ANDOK

Li ser paşxaneya îmzekirina Peymangeha Lozanê 100 sal komkujî û planên qirkirinê pêk hatin. Yek ji wan komkujiyan komkujiya Qamişloyê ya bi destê çeteyên DAIŞ′ê sibeha 27′ê Tîrmeha 2016′an de li taxa Xerbî pêk hatiye û di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kesan birîndar bûn; piranî jin û zarok bûn.

/kr/uploads/files/2023/07/26/193142_-.webp

Bi salvegera komkujiyê re, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku dê avakirina eniyekî Kurdî bi hevkariya pêkhateyên din re roleke pêşeng di têkbirina peymangeh û lihevkirinê li dijî gelan bilîze.

SIYASETÊN QIRKIRINÊ DEWAM DIKIN

Yûnis di salvegera 7′an a Komkujiya Qamişloyê de sersaxiya malbatên şehîdan xwest û wiha got: "Hîna siyasetên qirkirin û dijminatiya li dijî gelan û yên bi armanca temamkirina Peymana Lozanê dewam dikin, Komkujiya Qamişloyê jî mînak e."

Yûnis destnîşan kir ku Peymana Lozanê ya beriya 100 salî di navbera dewletên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û dewleta Tirk de bi ser ketine hate îmzekirin, bi wê re jî mafên gelê Kurd hatin înkarkirin, doza wî ji doza navneteweyî bû dozeke hundirîn a dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûriyeyê. Van dewletan siyasetên ketober li dijî gelê Kurd bi armanca qelandina wî ji kokê ve bi kar anîn. Yûnis wiha domand: "Gelê Kurd ji mafê jiyanê hate bêparkirin û hewl da nasnameya wî ya siyasî û çandî biçewisînin."

Yûnis aşkere kir ku li hember 100 sal komkuj 100 sal berxwedan û fedakarî hate raberkirin û wiha pê de çû: "Komkujî hna li dijî gelan heta roja îro dewam dikin; li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş berdewam in. Armanc ji wan ew e ku şoreşa gelan ku têk bibin. Ew armanc jî parçeyekî ji Peymana Lozanê ye. Lê gelê herêmê bi rêya têkoşîna xwe peyman têk bir."

′EM VÊ SEDSALÊ BIKIN SEDSALA SERKEFTINA DEMOKRASIYÊ′

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis bang li gelê Kurd, hêzên Kurdistanî û pêkhateyên din kir ku ji bo pêşî li van planên qirkirinê were girtin eniyekî ava bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em vî sedsalî bikin sedsala serkeftina demokrasî û aştiyê."

GELÊ HERÊMÊ BERXWEDAN Û SERKEFTIN ÎSBAT KIR

/kr/uploads/files/2023/07/26/193156_-.webp

Li aliyekî din jî endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên DAIŞ′ê hewl da ewlehî û îstîqrara herêmê bi teqîn û êrişan bin pê dike, da ku zextê li çeteyên li qadên şer sivik bike.

Îbrahîm îşaret bi teqîna Qamişloyê kir û got gelek armancên wê hene; belavkirina alozî, şikandina vîna gelan û derbekirina hevgirtina pêkhateyên di oxira parastina herêmê û têkbirina planên dagirkeriyê de tê dikoşin. Da ku şêniyan bitirsînin û herêmê vala bikin.

Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku dikare li ber xwe bide û serkeftinê pêk bîne û sûcên krîmînîlîzekirina wan ji erkên wan ên neteweyî li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşger lawaz nakin."

(fr)

ANHA