Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû

Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dirûşma “Em hêviyên sibe ne” li gundê El Meşleb ê Reqayê bi dawî bû.

Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dawî bû
26 tîrmeh, 2023   19:12
REQA

Di şahiya dawiyê de endamên Komîteya Çand û Hunerê, Meclisa Sivîl a Reqayê, Tevger Kevana Zêrîn û bi sedan zarokên gund û xelkê wî, nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Roja dawîn a mîhrîcanê, bi pêşandana stranên mîrasa Reqayê ji aliyê koma Çand û Hunerê ya Reqayê ve dest pê kir. Dûre koma Zenûbya, koma Çand û Hunerê ya Reqayê şanoyeke bi navnîşan “El Arîfe” û koma Kevana Zêrîn a Reqayê berhemên xwe pêşandan.

Di dawiya şahiyê de koma Çand û Hunerê ya Reqayê stran ji mîrasa Reqayê pêşandan.

4`emîn Mîhrîcan Zarokan a Reqayê di 23`yê Tîrmehê de dest pê kiribû û gelek berhemên cihereng hatin pêşandan.

(şx)

ANHA