Şahidekî komkujiya Til Hasilê helwesta hikumeta Şamê ya wê wextê şermezar kir

Şahidekî komkujiya Til Hasil û Til Eranê helwesta hikumeta Şamê li hember komkujiyê şermezar kir.

Şahidekî komkujiya Til Hasilê helwesta hikumeta Şamê ya wê wextê şermezar kir
27 tîrmeh, 2023   00:30
HELEB-NISRÎN ŞÊXO

Mîna vê rojê sala 2013`yan li gundê Til Hasil û bajarokê Til Eranê yê ku piraniya wê kurd in, komkujiyeke hovane çêbû ku heta 1`ê Tebaxa heman salê berdewam kir û di encamê de zêdetirî 100 kes hatin kuştin.

30 komên çeteyan di serî de Cebhet El Nusra û bi desteka DAIŞ`ê ev komkujî pêk anî.

Di salvegera 10`an a komkujiyê de, şahidê komkujiyê parêzer Elaudîn Kalo ji ajansa me re axivî û behsa detayên wan rojan kir.

Kalo, sûcekî din jî eşkere kir ku heman çeteyan li dijî xizmên wî pêk anîn û got: “Di sibeha roja yekemîn a êrişê de, kamyoneke çandiniyê hebû û welatiyek ji gundê Til Hasilê diajot. Ew ji malbata Kalo bû û ji Til Eranê dihat. Bi wî re zarok jî hebûn. Li ber çerxerêya Til Hasil, Til Eren û Sifîrê, çete rê li wan qut kir û gule li wan reşand. Di encamê de zarok bi giranî birîndar bûn.”

Kalo da zanîn ku çeteyan piştî komkujiyê, mal û milkên welatiyan dizîn û ev li gotinên xwe zêde kir: “81 wesayîtên çandiniyê yên xelkê dizîn. Motorsîklêt û xetasên avê jî dizîn. Hin komên leşkerî yên çeteyan bajarokên Til Hasil û Til Eranê bi Zêr navand.”

ÊRIŞ

Kalo komkujî bi êriş wesifand û got: “Êriş bû û plankirî bû. Di 24`ê Hezîrana heman salê de, serçeteyan li Gazî Entabê civînek li dar xist di serî de Ebdulcebar El Egîdî û Ebdulqadir El Salih hebû, civîn di bin çavdêriya MIT`a Tirk de bû.”

Kalo encamên wê civînê eşkere kirin û got: “Di civînê de biryar hat girtin ku êriş gund, mezraa û bajarokên kurd bên kirin. Êriş ji Til Hasil û Til Eranê dest pê dike û heta Şehbayê.”

CUDAKIRINA EFRÎN Û KOBANÊ

Her wiha Kalo der barê armancên komkujiyê de wiha got: “Armanca sereke siyasî û leşkerî bû. Di radeya yekemîn de qutkirina Efrîn ji Kobanê ye. Di radeya duyemîn de jî, koçberkirin û guhertina demografiya herêmê ye. Dewleta Tirk xwest her du bajarokan kontrol bike ji ber ku xwedî girîngiyeke jeosiyasî û leşkerî ne. Tugeya Hewayî ya Til Hasilê bi 2 kîlometreyan li rojavayê Til Hasilê ye. Balafirgeha leşkerî û sivîl a Helebê jî bi 6 kîlometreyan ji Til Hasilê dûr e. Saziya kargehên parastinê, herêma Waha û tugeya parastina hewayî jî bi 7 kîlometreyan ji her du bajarokan dûr in.”

HELWESTA ŞAMÊ

Kalo bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê û got: “Di êrişê de, hikumeta Şamê piştgiriya me nekir û mudaxele jî nekir. Ne topbaran kir. Tenê  li komkujiyê temaşe kir.”

RIZGARKIRINA HER DU BAJAROKAN

Elaûdîn Kalo di dawiyê de got: “Şênî serî netewandin, fikrê desteserkirina mal û milkên wan ji aliyê terorîstan ve red kirin û parastina bajarokê xwe kirin. Ruxmî ku zanîn dê berdêl giran be. Koçberî çêbû heta em gihaştin Efrînê. Me hêz û ciwanên xwe komî ser hev kirin û me careke din berê xwe da her du bajarokan ji bo ku çeteyan jê derxin. Bi rastî jî her du bajarok bi zendên ciwanan sala 2014`an rizgar bû.”

(şx)

ANHA