Bi beşdariyeke balkêş turnoveya futbolê li Til Temirê li dar ket

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Herêma Til Temirê bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê turnovaya futbolê ya şehîd Baran El Mewa bi tevlêbûna 12 tîman li stada gundê Til Nesrî li dar xist.

26 tîrmeh, 2023   18:47
HESEKÊ

Bi armanca xurtkirina werzîşê û giyanê wê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Herêma Til Temirê bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, turnoveya futbolê ya şehîd Baran El Mewa li stada gundê Til Nesrî li dar xist.

12 tîmên navçeyê tev li turnovayê bûn ku bi maçekê di navbera tîmên şehîd Gelhat û Ziyadet dest pê kir.

Di dawiyê de tîma Gelhat bi encama 4-2 bi ser ket. 

Di merasîma vekirina turnovayê de endamê rêveberiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Herêma Til Temirê Haşim Ebdulqadir axivî û got ew ji turnovayê armanc dikin behreyên ciwanên li herêmê pêş bixin û giyanê werzîşê di nav wan de biçînin.

Ebdulqadir di dawiyê de got: “Bi rêya vê turnovayê em peyamekê didin dewleta Tirk a dagirker ku tevî êrişên rojane yên li dijî navçeyê, em berxwedêr in û jiyana xwe ya asayî dijîn. Lidarxistina mîna van çalakiyan dê demên pêş de berdewam bikin. ”

(şx)