`Xelkê Til Eran û Til Hasil berxwedaneke destanî nîşan da`

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Helebê bi rasthatina salvegera komkujiya Til Eran û Til Hasilê daxuyaniyeke hevbeş da.

`Xelkê Til Eran û Til Hasil berxwedaneke destanî nîşan da`
26 tîrmeh, 2023   18:18
HELEB

Sibe (27`ê Tîrmehê) salvegera 10`an a komkujiya Til Eran û Til Hasikê ku 30 komên çeteyan di serî de Cebheta El Nusra bi desteka çeteyên DAIŞ`ê û komên Meclisa Leşkerî ya Helebê li dijî Kurdan pêk anî.

Têkildarî mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a HElebê daxuyaniyeke hevbeş da û ev komkujî şermezar kir.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran Elaûdîn Xalid Kalo daxuyanî li pêşiya navenda Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê xwend. Bi dehan endamên saziyên sivîl û şênî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li rex komên çeteyan komên leşkerî yên kurdî hebûn û di wê komkujiyê de asta xiyanetê diyar bû.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana şêniyên her du bajarokan hat kirin û hate gotin: “Ciwan, jin û mêrên her du bajarokan li rex hev parastina erd, rûmet û namûsa xwe kirin. Berxwedana sê rojan, ji cîhanê re îsbat kir ku nirx, exlaq û mirovahî nemaye. Tevî ku civata navneteweyî ev komkujî şermezar kir û komîteya lêgerîn rastiyan a navneteweyî raporek têkildarî komkujiyê sala 2014`an amade kir, lê yên êriş plan kirine bi rihetî ji dewletekê diçin dewleteke din mîna ku tiştek pêk nehatiye. Tevî vê jî, lê Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên hiqûqî û mirovî û dewletên ku demokrasiyê îdia dikin, ev sûc û rapora komîteya lêgerînê ya navneteweyî paşguh kirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikumeta Tirkiye û çeteyên wê sûcên hovane li Sûriyeyê pêk tînin ji bo ku berjewendiyên dewleta Tirk pêk bînin.

Di daxuyaniyê de berxwedana xelkê her du bajarokan li hember hêzên tarî, bi bêhempa û destanî hate wesifandin.

 Di dawiyê de bang hat kirin ku ev doz were şopandin, ji bo ku sûcdarên wê li dadgehên navneteweyî yên taybet bên darizandin û fişarê li hikumeta Tirkiye were kirin ku hovîtî û êrişên xwe li dijî dewletên cîran rawestîne û ji herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê derkeve ji bo ku şênî li cih û warên xwe vegerin.

(şx)