​​​​​​​ Şehîdê HPG`ê Zagros Çekdar hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê ji bo şehîd Zagros Çekdar merasîmeke xiyabî li dar xist û konê taziyê danî.

​​​​​​​ Şehîdê HPG`ê Zagros Çekdar hat bibîranîn
​​​​​​​ Şehîdê HPG`ê Zagros Çekdar hat bibîranîn
​​​​​​​ Şehîdê HPG`ê Zagros Çekdar hat bibîranîn
​​​​​​​ Şehîdê HPG`ê Zagros Çekdar hat bibîranîn
​​​​​​​ Şehîdê HPG`ê Zagros Çekdar hat bibîranîn
​​​​​​​ Şehîdê HPG`ê Zagros Çekdar hat bibîranîn
​​​​​​​ Şehîdê HPG`ê Zagros Çekdar hat bibîranîn
26 tîrmeh, 2023   11:38
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê merasîmeke xiyabî ji şehîd Mesûd Celal Osman (Zagros Çekdar) re li dar xist û şêniyên navçeyê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn. Zagros Çekdar di 27′ê Sibatê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû.

Her wiha li pêşiya mala malbata şehîd a li Dirbêsiyê konê sersaxiyê hate vedan.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul axivî û fedakariyên li Kurdistanê di oxira rakirina zilm û bindestiyê de hatine kirin, pîroz kirin.

Zozan Gul diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze dagirkeriya xwe fireh bike. Her wiha Zozan berxwedana HPG′ê û hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got wê berxwedanê plan têk birin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Mihemed Sefo jî got berxwedana wan dewam dike û soza dewama têkoşîna parastina herêmê û pêkanîna armancên şehîdan da.

Li ser navê malbata şehîd, xalê şehîd Asim Sîno axivî û şopandina rêça şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê û girêdana wan bi rêgezên şehîdan re, nû kir.

Merasîma bibîranînê bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re û pêşandana wêneyên şehîd, bi dawî bû.

(fr)

ANHA