Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî da malbata endamê Hêzên Erka Xweparastinê Şêrzad Qamişlo (Mihemed El Îbrahîm) ku 12`ê Tîrmehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bibû.

Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrzad Qamişlo
26 tîrmeh, 2023   11:54
QAMIŞLO

Merasîma sersaxiyê ya şehîd Şêrazd Qamişlo li pêşiya mala wî ya li taxa Kûrnîş a li bajêr hat lidarxistin û bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û rêxistinên jinan beşdarê bûn.

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Şêrzad Qamişlo (Mihemed El Îbrahîm) ku sala 2020`an tev li nava refê Erka Xweparastinê bibû, 12`ê Tîrmehê dema li ser erka xwe bû şehîd bibû û duh li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê hatibû oxirkirin.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kamîran Lewend, li ser navê Meclisa PYD`ê ya Qamişlo Elî Reş, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Mihamed Zêdan, li ser navê Kongra Star Xebat Beşîr Îsa, li ser navê malbata şehîd Şêrzad jî birayê şehîd Ehmed Îbrahîm axivîn.

Bavê şehîd Rênas û Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kamîran Lewend di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da. Lewend destnîşan kir ku welet ji her tiştî şêrîntir e, lewma ciwanên Kurd ji bo welatê xwe canê xwe feda dikin.

Xebat Beşîr Îsa jî ku bi navê Kongra Star axivî, got: “Em li hember hemû dayîkên şehîdan bejna xwe ditewînin. Dayîkên Kurd heta niha gelek fedakarî nîşan dane, hê jî nîşan didin. Em jî soz didin ku em rêya şehîd Şêrzad û hemû şehîdên azadiyê dewam bikin.”

Birayê şehîd Şêrzad Qamişlo, Ehmed Îbrahîm jî anî ziman ku heta ew sax be ew ê li ser rêya birayê xwe bimeşe.

(he/c)

ANHA