Şehîd Viyan Amara li ser gora xwe hate bibîranîn

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê di salvegera 10′emîn a şehadeta wê de şehîd Viyana Amara bi bîr anî.

Şehîd Viyan Amara li ser gora xwe hate bibîranîn
26 tîrmeh, 2023   11:13
KOBANÊ

Merasîma bîranînê ya şehîd Viyan Amara li ser gora wê ya li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê bajarê Kobanê hat lidarxistin. Di merasîmê de endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê amade bûn.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Bekir El Ceradê axivî û soz da ku ew ê rêya şehîd Viyan bidomînin û xewna wê ya avakirina nifşekî ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibîne, pêk bînin.

El Ceradê destnîşan kir ku pêşketina di warê perwerdeyê de pêk hatiye, bi saya fedakaryên şehîd Viyan Amara ye ya ku ji bo vegerandina nasnameya gelê Kurd têkoşiya, li kêleka şer şoreşa ziman jî bi rê ve bir. El Ceradê got: “Şehîd Viyan di dilê her kesê li erdnîgariya Rojava dijî de cih girt."

El Ceradê bal kişand ser destkeftiyên di warê pewerdeyê de li herêmê hatine bidestxistin û got: "Em îro xwedî dibistan, peymangeh û zanîngeh in. Ev bi saya fedakariyên şehîd Viyan û hevrêyên wê yên şehîd e."

Şehîd Viyan Amara (Sevîm Kaya) a ji Bakurê Kurdistanê hêvî dikir ku li her çar parçeyên Kurdistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê dîtin. Wê bi destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012′yan re berê xwe da Kobanê û li akademiyên perwerdeya zimanê Kurdî dida. Ew 27′ê Tîrmeha 2013′yan dema bersiva êrişa çeteyên Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam niha) li Girê Spî dia, şehîd bû. Piştî şehadeta wê, gelek dibistan û peymangeh bi navê hatin binavkirin.

(fr/c)

ANHA