Li herêmên dagirkirî xwepêşandanên rojane

Li herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, xwepêşandanên rojane li hember sûcên wan ên li dijî şêniyên resen û niştecihên li kampan li dar dikevin.

Li herêmên dagirkirî xwepêşandanên rojane
26 tîrmeh, 2023   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), niştecihên li gundên Kifre, Tirmanîn, Etarib, Ezaz, Soran, Bab û Sehara yên başûrê Helebê, kampên Tecemui El Kerame (Kombûna Rûmetê), kampên Atme, kampên Dêr Hesan, Atme El Medeniye û Killê yê li gundewarên Idlibê li dijî çeteyên Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra yê berê) xwepêşandanan li dar dixin.

SOHR′ê diyar kir ku xwepêşandêr banga serbestberdana girtiyan dikin û sûcên çeteyên Tehrîr El Şam yên mîna girtinên ketober û binpêkirina hurmeta malan û tirsandina welatiyan, şermezar dikin.

Li herêmên cuda yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji bo şermezarkirina sûcên çeteyên Tehrîr El Şam û serçeteyê wan El Colanî li dijî niştecihên li kampan, xwepêşandan û protesto hene. Li Sehara, kampa başûrê Helebê, kampa Îman, Etarif, Ezaz, Soran, Bab, Efrîn, Kifre yê Helebê û Babke, kampên Atme yên rojava, kampên Dêr Hesan û Tirmanîn ên Idlibê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Duh jî komeke jinan têkildarî heman mijarê li bajarokê Killê yê Idlibê xwepêşandan li dar xist.

(fr)