Hêzên Şamê koçberekî ji Efrînê revand

Hêzên hikumeta Şamê welatiyekî ji Efrînê dema ji Helebê vedigeriya kantona Şehbayê, revand.

Hêzên Şamê koçberekî ji Efrînê revand
26 tîrmeh, 2023   08:14
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, hêzên hikumeta Şamê welatiyê bi navê Seydo Şêx Qenber (36) ê ji şêniyên gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, li navenda bajarê Helebê revandiye.

Hate zanîn Seydo Qenber li ser benda kontrolê ya Çerxerêya Lêramûn dema ku vedigeriya Şehbayê, hatiye rawestandin û ji wir ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

Li aliyekî din, kesekî ku çend mehan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatibû revandin û ji tirsa şopandinê nexwest nasnameya wî bê eşkerekirin, ragihand ku efserên hikumeta Şamê dema pê re lêpirsîn kiriye, gef lê xwarine û jê re gotine: “Hûn xelkê Efrînê hemû tên xwestin. Em ê we hemûyan bigirin.”

Ruxmî ku 12 sal di ser aloziya Sûriyeyê re derbas bûne jî, hikumeta Şamê hîna jî siyasetên çewisandin û înkarkirinê li dijî gelê Sûriyeyê û bi taybet gelê Kurd dimeşîne.

Hêzên hikumeta Şamê yên ku li têketina kantona Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cih bûne, nahêlin sotmenî, derman, ard û madeyên din bikevin wan deveran.

Her wiha nahêlin kesên di ser bendên wan ên kontrolê re derbas dibin, zêdetirî 150 lîreyên Sûriyeyê hildin cem xwe. Telefonên destan jî tên kontrolkirin û bi hinceta ku hin telefon nehatine qeydkirin, welatiyan direvînin.

(c)

ANHA