Kombûna Jinan a Zenûbya nivîsgehên xwe dike meclis

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbya diyar kir ku li gorî pêdiviya stratejiya herêmên girêdayî wê 4 nivîsgehên kombûnê kirine meclis.

Kombûna Jinan a Zenûbya nivîsgehên xwe dike meclis
26 tîrmeh, 2023   07:41
REQA-ENES MIHEMED

Kombûna Jinan a Zenûbya di 6′ê Tîrmehê de kongreya xwe ya duyemîn li dar xist û biryar hate girtin ku 4 nivîsgeh li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê werin birêxistinkirin.

Kombûnê di kongreyê de hin guhartin li ser rêziknameyê pêk anîn û 4 nivîsgeh kirin meclis. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbya Meryem Osman li ser van guhartinan wiha got. "Li gorî pêdiviyên stratejîk ên herêmên girêdayî kombûnê diviyabû guhartin di rêziknameyê de çêbibe."

Meryem wiha domand: “Dema kombûn hate damezirandin, me berê xwe dida nivîsgehan, lê bi nûkirina van meclisan re em ê giştîbûneke mezin çêkin û xwe bigihînin hemû jinan."

Ev meclis dê ji komîteyên perwerdeyê, aborî, darayî, arşîv, edaleta civakî û hwd pêk bên. Meryemê destnîşan kir ku dê di çend rojên bê de komîteyên din jî werin aktîfkirin.

Meryem Osman da zanîn ku ji dema kombûn hatiye damezirandin ve hewl dida xwe îsbat bikira, lê niha armanc dike planên avaker ên têkildarî birêxistinbûnê deyne.

/ar/uploads/files/2023/07/25/193040_mrym-athman-28129.webp

Meryem bi bîr xist ku ew girîngiyê didin doza Rêber Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Ji erka me ye em têkoşîna ji bo têkbirina tevahî binpêkirin û komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Meryem aşkera kir ku dê kombûn hemleyên ji bo pirsgirêkên li ser civakê û jinan bide destpêkirin û wiha anî ziman: "Di çend rojên bê de dê hemleyên ji bo têkoşîna li dijî hişbirê, zewicandina zzarokan, pirzewacî, xetereyên înternetê û şantaja medyaya dîjîtal bidin destpêkirin."

Meryem Osman wiha dawî li gotina xwe anî: "Erka me ye em civakê hişyar bikin.”

(fr)

ANHA